Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê gera duyemîn a dan û standinên di navbera Amerîka û Îranê de, ji New York Postê re axivî.
Donald Trump ragihand ku gera duyemîn a dan û standinan dibe ku roja înê were lidarxistin.
Her wiha Trump eşkere kir ku Îran ew her 8 jinên ku cezayê darvekirnê li wan birî bû, darvenake û wiha lê zêde kir:
“Ez nû hatim agahdarkirin ku heşt xwepêşanderên jin ên ku biryar bû îşev li Îranê bên darvekirin, nayên darvekirin.
Çar ji wan dê tavilê werin berdan, lê çarên din dê mehek cezayê girtîgehê werbigirin”.
Qalîbaf: Heta ku amerîka agirbestê bin pê bike em Tengava Hurmizê venakin
Di heman çarçoveyê de jî, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf li ser hisabê xwe yê X`ê daxuyaniyek belav kir.
Mihemed Baqir Qalîbaf diyar kir ku heta agirbest ji aliyê Amerîkayê ve, tê binpêkirin, Tengava Hurmizê venabe û wiha bê de çê:
“Amerîkî bi êrîşkariya leşkerî negihîştin armancên xwe, û ew ê bi tirsandinê jî negihîjin wan armancan.
Tekane rêya pêşveçûnê qebûlkirina mafên gelê Îranê ye.”
Duh, di 21`ê nîsanê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesta ku gerek di dawiya şevê de bi dawî bibaya, dirêj kir.
Gera yekem a dan û standinên di navbera Îran û Amerîkayê de, di 11`ê Nîsanê de li paytexta Pakistanê Îslamabadê, pêk hat.