Di demek de ku em salvegera 128’an a rojnamegeriya Kurdî pîroz dikin, rojnamevanê Kurd Şêrwan Şêrwanî yê ku li girtîgeha Dihokê yê Başûrê Kurdistanê girtî ye, ket greva birçîbûnê.
Li gorî Ajansa nûçeyan a ROJ NEWS`ê Şêrwan Şêrwanî ji ber nêzîkatiyên ne yasayî yên li wî tên kirin, ketiye grevê.
Daxwaza Şêrwan Şêrwanî destûra rûniştinê, serbestberdana bi merc û mafê veguhestina bo Silêmaniyê bû.
Lê ji ber pêknehatina vê xwestekê ew ketiye grevê.
Li gorî heman çavkaniyê, Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî ji pênc salan zêdetir di girtîgehê de ye û cezayê wî bi biryarên siyasî hatiye dirêjkirin.
Tenduristiya rojnamevanê girtî Qareman Şukrî xirab e
Ajansa ROJ NEWS`ê agahiyên nû li ser tenduristiya rojnamevanê girtî Qareman Şukrî jî da.
Qareman Şukrî jî di girtîgeha Dihokê de tê ragirtin.
Ajansê da zanîn ku Qareman Şukrî jî demekê ji ber zexetên li girtîgehê ketibû greva birçîbûnê, lê ji ber zextên dayik û rewşa xirab a tenduristiya xwe, neçar ma ku dev ji greva xwe berde.
Hin parêzer û rêxistinanan bi riya Ajansa ROJ NEWS`ê gotin:
“Tişta ku li girtîgehan diqewime, li ser eniya hemû partiyên ku xwe demokratîk nîşan didin, xaleke reş e.
Ji ber ku mayîna wan di girtîgehê de, tê wateya bidawîbûna hemû nirxên mirovî û pîşeyî yên rojnamegeriyê.”