Dewleta Îranê kiryarên xwe yên girtin û bidarvekirina welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, berdewam dike.
Îro girtiyê bi navê Mucteba Kîyan li zindanên dewletê hat bidarvekirin.
Ev girtî jî, bi heman tawanê ku "Sîxurê Îsraîl û Amerîkayê" hat bidarvekirin.
Li gorî agahiyên ku rêxistina mafên mirovan HANA`yê ragihandiye, di nava girtin û bidarvekirina Mucteba Kîyanî de, tenê 50 roj hebûn.
Heman çavkaniyê diyar kir ku heta niha jî, der barê darizandina wî û mafê gihîştina parêzerekî de, ti agahiyên zelal tune ne.
Welatiyê bi navê Elî Îskenderî li Îlamê hate girtin
Li gel bidarvekirinan jî, Dewlet girtina welatiyan jî berdewam dike.
Li aliyekî din HANA`yê eşkere kir ku hêzên ewlehiyê roja 21`ê gulanê, bêyî ti fermana dadweriyê bi ser mala welatiyê bi navê Elî Îskenderî de girtin û bi rengekî tund ew bin çav kirin.
Elî Îskenderî ji Îlamyê ye, heta niha ti agahî der barê wî de tune ne û cihê wî ne diyar e.
Ermîn Pîranî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin
Her wiha di roja 19`ê gulanê de jî, kesê bi navê Ermîn Pîranî ku welatiyê Îlamê ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hate girtin û bo cihekî ne diyar hate veguhastin.
Li parêzgeha Farisê ya Îranê 15 kes hatin girtin
Di heman çarçoveyê de jî, Rêveberiya Îstîxbaratê ya Parêzgeha Farisê daxuyaniyek weşand û ragihand ku 15 kes bi tawanên ewlehiyê hatine girtin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku tawanê girtina van kesan jî, tenê bikaranîna alavên peyka Starlinkê bû.
Qutbûna înternêtê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê derbasî roja 86'an bû
Di nava binpêkirinên berdewam ên li dijî gel de, Dewlet heta neha jî, mafê gihîştina Înternêtê ji bo welatiyan qedexe kiriye.
NetBlocks rêxistineke ku astengiyên înternetê li çaraliyê cîhanê dişopîne, ragihand ku qutbûna înternêtê li Îranê ketiye roja xwe ya 86an.
Her wiha NetBlocksê destnîşan kir ku welatî piştî zêdetirî 2 hezar û 40 demjimêran, hîn jî di astengiya "tariya dîjîtal" de dijîn.
Ev ne cara yekem e ku kiryarên bi vî rengî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk tên.
Rojane dewlet welatiyan digire û bidarvekirinan derheqê girtiyan de pêk tîne.