Li bajarê Oberhausenê yê Almanyayê, Badîn Heso ê Kurd û lîstikvanê Meksîkî Victor, hatin hemberî hev.
Badîn Heso careke din asta xwe ya bilind nîşan da û bû xwediyê kembera WBCê.
Beriya ku maç dest pê bike, Badîn ji Kurdan daxwaza piştgiriyê kir.
Dema ku ew derket rîngê, wekî her carê bi cil û bergekî taybet ê bi alaya Kurdistanê hilda bû.
Bilindkirina alaya Başûrê Kurdistanê di salonê de û xwendina sirûda neteweyî "Ey Reqîb", moralê boksorê Kurdistanî gelekî bilind kir.
Victor Vicente li hemberî Badîn Heso sê deqeyan li ber xwe neda
Dema ku maç dest pê kir, Badîn Heso bi hêz li hemberî Victor sekinî.
Kulmên wî pir xurt bûn, ji ber vê yekê lîstikvanê Meksîkî sê deqeyan li ber xwe neda.
Piştî serkeftinê û wergirtina kemberê, dengê dahol û zirneyê li salonê hat pêxistin.
Alîgirên wî bi navê wî qêriyan û hakem destê Badîn Heso bilind kir.
Boksorê ji Başûrê Kurdistanê bû qehreman û serkeftineke din a girîng li dîroka xwe ya werzîşê zêde kir.
Badîn Heso heta niha 23 maçên boksê lîstiye û di hemûyan de bi ser ketiye.