Di hefteya 33'emîn ji La Lîga'yê duh 4 maç hatin lîstin

Di çarçoveya hefteya 33'emîn ji La Lîgaya Spanyayê de duh 4 maç hatin lîstin. Real Madrîd li hember Deportivo Alaves, forma xwe ya serketinê ji nû ve bi dest xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Real Madrîdê duh di hefteya 33'emîn a La Lîgayê de bi serketina 2-1 li hember Deportivo Alaves bi dest xist.

Lîstikvanê Real Madrîdê Kylian Mbappe di xuleka 30'î de perdeya golan vekir.

Piştre jî hevkarê wî Vinicius Junior di xuleka 50'î de gola 2'emîn qezenc kir.

Berevajî vê, Antonio Martinez yekane gola Alavesê di xuleka 90+3'an de avêt.

Real Madrîd di 2 tûrên dawî de li La Lîgayê bi ser neketiye, di tûra berê de li hember Real Mallorca 2-1 winda kiriye û dû re jî li hember Girona bi encama 1-1 wekhev maye.

Bi vê serkeftinê, Real Madrîd bi 73 puanan di rêza 2'emîn de ye, 6 puan li paş Barcelonaya pêşeng e.

Deportivo Alaves jî bi 33 puanan li ser lîsteyê sekiniye, ew jî di rêza 7'emîn de ye.

Di heman demê de duh 3 maç ji bilî vê maçê hatin lîstin ew jî wiha ne:

 

Duh 3 maç hatin lîstin

 

Mallorca - Valencia : 1 - 1

Athletic Bilbao - Osasuna : 1 - 0

Girona - Real Betis : 2 - 3

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye