Fas di Fifa U-20'ê de bu şampiyon

Fas Arjantînê têk bir û Kûpaya Cîhanê ya FIFA U-20 qezenc kir. Lîstikvanên Fasî serkeftina xwe ya li hember Arjantînê û şampiyoniya xwe pîroz kirin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Fasê Kûpaya Cîhanê ya FIFA U-20 bi dest xist, di maçek li Santiago, Şîlî de, Arjantîna ku şeş caran şampiyon bû bi 2-0 têk bir.

 

Yassir Sabiri, lîstikvanê stêrka Fasê, di deqeya 12 û 29'an  gol avêt tîma Arjantînê.

 

Tîma neteweyî ya ciwanan a Fasê, piştî beramberiyeke balkêş a 1-1 li hember Fransayê di nîv fînalê de û penaltiyên 5-4, cara yekem di dîroka xwe de derbasî fînalê bû.

 

Tîma neteweyî ya Fasê di seranserê turnuvayê de performansek bi dîsîplîn, coş û pêşbazî nîşan da û bu Şampiyon.

 

Alîgirên Fasî serkeftina şampiyoniyê pîroz kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye