Beriya 8 salan vê rojê, Hêzên Sûriya Demokratîk Xilefeta DAIŞ'ê tek bir. QSD û YPJ'ê bi vê derbeya mezin DAIŞ avet ser sergoya Dîrokê.
Bi boneya salvegera rizgarkirinê, Fermandariya Giştî QSD'ê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyê cuda dan.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê di daxuyaniya xwe de tevahî şehîdên xwe yê qehreman bibîranîn û wiha got: “Di rojeke wekî îro ya sala 2017’an de şervanên me yên QSD’ê û bi hevkariya şêniyên Reqayê û eşîrên resen, efsaneya dîrokî di hafizeya dîrokê de xêz kirine. Em vê rojê li şêniyên Reqa û eşîrên wê yên bi rûmet ku bi hêzên me re bûn yek û ev serkeftina dîrokî bi dest xist pîroz dikin."
Fermandariyê diyar kir ku yekîtiya di nav bera eşîran û hêzên wan de kevirê bingehîn ên destpêkê hemleya rizgarkirina Reqayê bû û wiha lê zêde kir:
"Em dubare girêdana xwe ya eşîran bi însiyatîf û kombûnên wan ên berdewam ve girê didin. Ev wê wek misogeriya sereke ya hemleya rizgarkirinê û avakirina serkeftî ya herêma me be.
QSD: Em ê rê nedin dijberên azadiyê bi çarenûsa gelê me bilîzin
Fermandariya Giştî ya QSD'ê destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên dijberiyê û hemû pirojeyên ku hewl didin aramiya herêmê têk bibin û destkeftiyan reş bikin, QSD wê rê nede careke din terorîst di bin çi nav an şêweyî de derkevin holê.
QSD biryardariya xwe ya li hemberî her cure êrişkariyên dijber nîşan da û got: " Rewş û astengî çi dibin bila bibe, em ê rê nedin dijberên azadiyê ku bi çarenûsa gelê me bilîzin. Em ê tu carî bazaran li ser xwîna şehîdên xwe nekin."
https://hawarnews.com/kr/hezen-ewlekariya-hundirin-salvegera-rizgarkirina-reqaye-piroz-kirFermandariya
Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Emê bi edalet û wekheviyê parastina welatiyan bikin
Bi heman boneyê Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî daxuyaniyek da û got:
"Rizgarkirina Reqayê, qonaxeke neteweyî ye ku qurbaniyên qehremanên Hêzên Sûriya Demokratîk temsîl dike.
Ev salveger bîranînek e ji bo nirxê şehîdan ku axa Reqayê bi xwîna xwe av dan, da ku ev ax bi awayekî azad, birûmet û ewle li xwediyên xwe yên resen vegere.
Fermandariya Hêzên Ewlekariya hindurîn di dawiyê got: "Bi vê boneyê pabendbûna xwe ya tam bi prensîbên yekitiya neteweyî ya Sûriyeyê û xebata ji bo xurtkirina aramî û ewlehiyê li hemû herêman, li ser bingeha nirxên edalet û wekheviyê û parastina rûmeta welatiyan bê cudahî, piştrast dikin."