Berdevkê Mamostayên Wanebêj ên ji kar hatine derxistin, Zana Zirar da zanîn ku nêzî du hezar mamostayên wanebêj ji kar hatine derxistin û
beşek ji wan mamostayan 12 sal xizmeta wan heye û bi biryarekê hatine derxistin.
Zana diyar kir ku tevî soz hatibû dayîn jî wan carek din bigrin kar, lê ev soz bicih nehat.
Berdevkê Mamostayên Wanebêj ên ji kar hatine derxistin Zana Zirar bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê dike ku li şûna mamostayên xanenişîn dibin, mamostayên wanebêj ên hatine derxistin, bigrin kar.