Li parêzgeha Hesekê, rewşa saziyên av û enerjiyê hat gotûbêjkirin

Îro Şandeyeke Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi parêzgarê Hesekê re, rewşa saziyên av û enerjiyê gotûbêj kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Parêzgarê Hesekê û Rêveberiya Xweser a Cizîrê bi şandeyeke Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Avê a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re, civiya.

 

Di civînê de, rewşa sazî, çavkaniyên avê û rêbazên pêşxistina hevkariyê, hatin gotûbêjkirin.

 

Şandeyeke Hikûmeta Veguhêz bi parêzgarê Hesekê re, rewşa saziyên av û enerjiyê gotûbêj kir.

 

Parêzgar Nûredîn Ehmed, pêşwazî li nûnerê Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Xalid El Xazî û şandeya pê re kir.

 

Hevserokên Meclisa Rêveberiya Xweser û çend şêwirmend jî beşdarî civînê bûn.

Di civînê de, li ser mekanîzmayên entegrasyon û hevkariya di navbera saziyên enerjî û çavkaniyên avê de, nîqaş hat kirin.

 

Beşdaran mijara stasyona avê ya Elokê jî nîqaş kir û diyar kirin ku divê tîmeke Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor were avakirin da ku bigihêje stasyonê û santrala elektrîkê ya li bajarê Dirbêsiyê were nûjenkirin.

 

Her wiha Parêzgarê Hesekê da zanîn ku ew amade ne komîteyan çêkin, da ku rewşa çavkaniyên avê bişopînin û ji nû ve stasyona Elokê bidin xebitandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye