Di navbera QSD'ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de, di çarçoveya peymana 29'ê Çileyê de, wê îro pevguhertina dîlgirtiyan pêk bê.
QSD'ê û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di 10'ê Adarê de, pevguhertina 100 dîlgirtiyan pêk anîbûn. Dîsa Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî di 11'ê Adarê de ragihand ku, wê ji bo berdana 300 dîlgirtiyan gav bên avêtin.
Li gor agahiyên ku me girtine, ger Hikûmeta Veguhêz astengiyan dernexîne, îro di saetên êvarê de wê pevguhertina dîlgirtiyan pêk bê.
Li gorî vê, wê Hikûmeta Veguhêz 300 dîlgirtiyên QSD'ê berde, li beramberî vê yekê wê QSD'ê jî hin kesan berde. Wê pevguhertina dîlgirtiyan li bajarê Hesekê pêk bê.