HPG: Em ê meşa xwe ya egîdbûnê bêteredûd dewam bikin

HPG'ê salvegera 41'emîn a Pêngava 15'ê Tebaxê pîroz kir û ragihand ku Fermandarê Akademiyên Apollo Koçero Ûrfa û pêşengê Şoreşa Azadiyê ya Rojava Nûreddîn Sofî şehîd bûne. HPG'ê got: Di sala 42'emîn a têkoşînê de em ê meşa Egîdbûnê bêteredût dewam bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyek salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û şehadeta fermandarên xwe Koçero Urfa û Nûreddîn Sofî ragihand.

 

HPG şehîdên xwe wek “hevrêyên herî dilsoz yên Rêber Apo û şervanên leheng ên fermandar Egîd” pênasekir û got ku gereke şehadeta wan jî li gorî sekna wan bi çoş, bi werekî û xwedîderketina li şehîdan bê bîranîn.

 

HPG di daxuyaniya xwe de diyar dike ku 15’ê Tebaxê fermana mirinê ya Kurdan çirandiye û di bin pêşengiya Rêberê Gelê Kurd de vejîna gele Kurd pêk aniye.

 

HPG di daxuyaniya xwe de şehîdên xwe yê pêşeng jî bibîr tîne û wiha dewam dike:

 

“Gelê me ku bi îradeya Apoyî xwe ji xweliyên xwe jinûve afirand, bi têkoşîna xwe ya mafdar û rewa zincîrên koletiyê şikand, paşverûtî ji holê rakir û dest bi meşeke lehengiyê kir ku bê navber dewam kir.”

 

'Şopdarên fermandar Egîd; Nureddîn Sofî û Koçero Urfa'

 

HPG di daxuyaniya xwe de bi bone ya rojê şehadeta dû fermandarên xwe jî eşkere kir.

 

Koçero Urfa(Metîn Arslan)  ku endamê Komîteya Navendî ya PKK û fermandarê Akademiyên Apollo bû di 4’ê Mijdara 2019’an di êrîşek hewayî ya dewleta Tirkiyê de şehîd ketiye.

 

Nureddîn Sofî jî wek ewladê leheng ê gelê Kurd, şoreşgerê profesyonel, şopdarê Fermandar Egîd, pêşengê Şoreşa Azadiyê ya Rojava û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye nasîn dema ji bo dîtina hevalên xwe yên berê di 6’ê Nîsana 2021’ê li Biryargeha Navenda Parastina Gel de encama êrîşa dijmin de gihiştiye şehadetê.

 

HPG her dû fermandaran bi rêzdarî bibîr anî û soza dilsoziya xwe ji bo wan qehramanên nemir dubare kir û got:

 

``Weke Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku hevrêyên Koçero Ûrfa û Nûreddîn Sofî ne, em soz didin ku helwesteke hêjayî şehîdan nîşan bidin, em ê xwedî rêbaz û tempoya têkoşîna wan bin û her tim xwedî li bîranîna wan derkevin.

 

Em diyar dikin ku di sala 42'an a têkoşînê de li ser xeta şehîdan em ê meşa Egîdbûnê bêteredût bimeşînin.``

 

HPG daxuyaniya xwe de ji bo pêşwazî kirina şehadeta van her dû qehremanan jî bangewazî dike ku gereke li gor sekna wan ya qehremanî her dû leheng bên pêşwazîkirin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24