KCK: Pêvajoya aştî û demokrasiyê pêkanîna xeyalên şehîdên 10`ê Cotmehê ye

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK`ê bi daxuyaniyekê di salvegera10`emîn de êrîşa bombeyî ya ku 2015`an di Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê de li Gara Enqereyê pêkhatibû şermezar kir. KCK`ê ragihand ku komkujî di bin çavderiya Dewletê de pêk hatiye û got: “Hesreta aştî û jiyana demokratîk a şehîdên 10’ê Cotmehê di têkoşîna gelan de tê jiyîn. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêvajoya pêkanîna xeyalên şehîdên 10’ê Cotmehê ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvegera 10’an de êrîşa bombeyî ya ku 10’ê Cotmeha 2015’an li Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê pêk hatibû, bi daxuyaniyek nivîskî şermezar kir. KCK`ê eşkere kir ku ev komkujî yek ji bûyerên herî tarî ya di bin çavdêriya dewletê de pêk hatiye ye.

KCK`ê şehîdên komkujiyê bi bîranîn û got: “Em vê komkujiya namerdane ya li dijî îdeala gelan a xwişk-biratiyê, jiyana hevpar û demokratîk di salvegera 10’an de car din bi tundî şermezar dikin û kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin

Kesên ji bo jiyana wekhevî û azadiyê ya gelan stranên aştî û xwişk-biratiyê dibêjin û govend digerînin, hîna ji destpêkê ve ew hêz têk birine wê hesreta wan teqez pêk were."

 

KCK: Ronî nekirin, yekser rola dewlet û desthilatdariyê nîşan dide

 

KCK`ê da zanîn ku tevî 10 sal di ser komkujiyê re derbasbune jî hîn nehatiye eşkerekirin û nirxandinên xwe wiha domand:

"Komkujî bi hemû aliyên xwe nehatiye ronîkirin, ev yek yekser rola dewletê û desthilatdariyê ya di komkujiyê de nîşan dide. Komkujiya ku bi destê DAÎŞ’ê pêk hatî nikare rola dewlet û desthilatdariyê veşêre. DAÎŞ di gelek êrîş û komkujiyan de hatiye bikaranîn. Di vê komkujiyê de jî bikaranînek heye."

 

KCK: Gelên me ruxmê bedelên giran jî dest ji tekoşînê berneda

 

KCK`ê di berdewamiya nirxandinên xwe de bal kişand ser zextên ku 10 salên dawiyê li ser gelê Kurd û hêzên demokratîk hatine meşandin û got:

"Zextan nekarî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê têk bibe, berovajî wê polîtîkayrên Tirkiye wî bi pirsgirêkên siyasî, civakî, aborî û dîplomatîk re rû bi rû hiştiye. Gelên me di van 10 salan de bedêlên giran dane lê belê dev ji têkoşîna demokrasî, azadî û aştiyê bernedan.

Di encama vê têkoşîn û berxwedanê de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a bi înîsiyatîfa Rêber Apo hat destpêkirin. Dema ku ev pêvajo gihîşt serkeftinê bedêlên giran ên ku şehîdên me bi dayîna canê xwe dane wê watedartir bibe."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24