Şandeyeke PYD'ê serdana Şamê kir

Şandeyek ji PYDˊê serdana Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li Şamê kir. Di serdanê de mijarên entegrasyon, pêşketinên siyasî û rêbazên xurtkirina diyaloga siyasî, hatin nîqaşkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şandeyek ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) duh serdana Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê li Şamê kir.

Şande ji Hevserokê PYD`ê Xerîb Hiso, Hevserokên Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya PYD`ê Sema Bekdaş û Silêman Ereb, endama Meclisa Giştî ya PYD`e Sureya Mustefa û Hesen Ebdella pêk tê.

Ebas Hisên û çend endamên Sekreteriya Giştî, pêşwaziya şandeyê kir.

Di hevdîtinê de pêşketinên siyasî yên heyî li Sûriye û herêmê, her wiha rêbazên xurtkirina diyaloga siyasî di vê qonaxê de, da ku aramî û têgihîştin di navbera aliyên cuda yên Sûriyê de bi pêş bikevin, hatin nîqaşkirin.

Her du aliyan peymana 29ˊê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê de nîqaş kir.

Ji mijarên ku hatine nîqaşkirin, vegera koçberan bo herêmên wan, berdana dîlgirtiyan û mijara entegrasyonê û bandorên wê yên siyasî, leşkerî û rêveberî ne.

Di hevdîtinê de, her wiha fermana serokkomariyê ya jimare 13 a der barê taybetmendiyên Kurdan li Sûriyê de hat gengeşekirin.

Di heman demê de, li ser girîngiya misogerkirina mafên neteweyî û çandî yên gelê Kurd di çarçoveya Sûriyeke demokratîk û piralî de, ku mafên hemû pêkhateyan diparêze, hat tekezkirin.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye