Rêveberya giştî ya hewayê û navenda erdheja Başûrê Kurdistanê ragihandin ku îro demjimêr 1:27`ê sibehê erdhejek bi pileya 3.5 li gorî pîvana rêxter Başûrê Kurdistanê çêbû.
Her wiha navenda Erdheja Ewropa û Deryaya Spî jî got ku pileya erdhejê 3.9 li gorî pîvana rexterê bûye.
Li gorî dîmenan, erdhejê zerer gehandin hin xaniyên welatiyan.
Rayedaran diyar kirin ku der barê ziyanên giştî û bandora erdhejê de lêkolîn dane destpêkirin.