CENTCOM: Me rê neda 67 keştiyên bazirganiyê

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ragihand ku dorpêça deryayî ya li ser keştiyên ku ber bi benderên Îranê ve diçin an jî ji wir derdikevin, berdewam e.

reset font size increase font size

Dorpêça li ser benderên Îranê didome.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên Amerîkayê 67 keştiyên bazirganiyê vegerandine.

Di heman demê de, CENTCOMˊê eşkere kir ku wan rê nedaye 15 keştiyên ku alîkariya mirovî hildigirin ku derbas bibin.

CENTCOMˊê diyar kir ku 4 keştiyên ku pabendî dorpêçê nebûne hatin asteng kirin.

Fermandariyê da xuya kirin ku di destpêka vê hefteyê de, hêzên wan bi rêya bêtêlê û avêtina guleyên hişyariyê 2 keştiyên bazirganiyê neçar kirin ku rêça xwe biguherînin.

Daxuyaniyê dest nîşan kir ku tedbîrên ku Amerîkayê ew sepandine bi tevahî di meriyetê de ne.

Her wiha CENTCOMˊê wiha got:

"Balafireke şer a F-35 A ya hêza hewayî ya Amerîkayê li nêzî Tengava Hurmizê li ser ava herêmî bi awayekî dewrî digere."

Di heman demê de, CENTCOMˊê tekez kir ku ev balafir dikare heta 18 hezar poundî ji cebilxaneyê hilgire û şiyana xwe ya firîna bi leza supersonîk diparêze.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye