Artêşa Îsraîlê: Berî dan û standinên nû Hizbulahê êrîşî me kir

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku berî destpêkirina gera nû ya dan û standinan, Hizbulaha Libnanê bi dronan êrîşî Îsraîlê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dan û standinên di navbera Til avîv û Beyrûtê de, bi navbeynkariya Waşingtonê pêk tên.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê wiha got:

"Drona ku ji aliyê Hizbulahê ve hatibû avêtin, li nêzîkî sînorê di navbera Îsraîl û Libnanê de, li ser axa Îsraîlê ket."

Artêşê da zanîn ku di encamê de sê Îsraîlî birîndar bûne.

Her wiha Artêşa Îsraîlê ev yek, wekî binpêkirineke eşkere ya peymana agirbestê bi nav kir.

Li aliyekî din, nivîsgeha medyayê ya Artêşa Îsraîlê, rêze-êrîşên nû yên asmanî li dijî hedefên Hizbulahê yên li başûrê Libnanê ragihand.

Daxuyaniya leşkerî destnîşan kir ku cihên hedefgirtî, tesîsên binesaziya leşkerî yên Hizbulahê yên li başûrê Libnanê ne.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye