Senatoya Amerîkî betalkirina qanûna Qeyser pejirand

Senatoya Amerîkî pêşnûmeya budceya parastinê ya salane ku di nav de bendê betalkirina cezayên Qeyser ên li ser Sûriyê hene, pejirand.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh Senatoya Amerîkî ji bo pêşnûmeya dawî ya yasaya budceya Wezareta Parastinê ya sala 2026`an deng da.

Di qanûnê de bendek ji bo betalkirina cezayên Qeyser ên li ser Sûriyê heye.

Li gorî pêşnûmeyê, budceya Wezareta Parastinê 901 milyar dolar e.

Senatoyê wezîrê parastinê Pete Hegseth pabendî pêşkêşkirina dîmenên êrîşên balafirên Amerîkî li dijî keştiyên ku madeyên hişbirê bi qaçaxçîtî, di deryaya Karîbî re derbasî Amerîkayê dikin kir.

Pêşnûmeya salane ya parastinê ku wekî qanûna destûrdayîna parastina Neteweyî tê naskirin, li Senatoyê bi 77 dengên erê li hember 20 dengên na hat pejirandin.

Ev pêşnûme bo serok Donald Trump hate rakirin da îmze bike û bikeve merîyetê.

Hefteya borî Meclîsa Nûneran a Amerîkî pêşnûme pejirandibû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye