Li Sûriyê çalakvan banga xwepêşandanan dikin

Di demên dawiyê de rewşa jiyanî li Sûriyê têk çûye û xebatên xizmetguzariyê pir lawaz bûne. Ji ber vê yekê çalakvan banga xwepêşandanan dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Sûriyê, ji ber nebaşbûna rewşa debarê û ya aborî, bang tê kirin ku roja 17`ê Nîsanê xwepêşandan werin lidarxistin.

 

Hin penaberên Sûrî yên ji derve hatibûn serdana Sûriyê û her wiha pisporên aborî anîn ziman ku xebatên xizmetguzariyê lawaz bûne û bihabûn zêde bûye.

 

Her wiha metirsî hene ku pirsgirêkên aborî û civakî hîn zêdetir bibin.

 

Çalakvanên sûrî li ser medya dijîtal bang kir ku roja 17'ê Nîsanê (ku Salvegera Serxwebûna Sûriyê ji Fransayê ye) berê xwe bidin qada parêzgariya Şamê û xwepêşandanê li dar bixin.

 

Pisporên aborî li ser pirsgirêkên aborî li Sûriyê dibêjin, ji derve destek nayê dayîn û polîtîkaya aboriyê hatiye guhertin.

 

Pisporan destnîşan kirin ku sektora taybet a xizmetguzariyê berfireh bûye û dema mijarên xizmetguzariyê têkevin destê şîrketên taybet, bihayên elektrîk, av û madeyên sereke jî bilind dibin.

 

9`ê Nîsanê serokê Hikûmeta Vegûhêz a Sûriyê Ehmed Şera biryarnameyek derxistibû.

 

Li gorî biryarnameyê, saziyên giştî yên ava vexwarinê, kanalîzasyon, şirketên sektora elektirîk û madenê, dê ji nû ve werin sazkirin.

 

Hikûmet, vê biryarnamê erênî dinirxîne û navê "Ji nû ve xwe birêxistinkirin" lê dike.

 

Lê belê Sûrî û pispor vê yekê neyînî dinirxînin û dibêjin, sektora elektirîkê, ava vexwarinê, kanalîsazyon û hwd, dê têkevin destê şirketên taybet.

 

Pispor û penaberên Sûrî yên serdana welêt kirine, diyar dikin ku bihabûna nan, gaz, elektirîk, kiriya erebe û malan gelekî zêde bûye.

 

Penaberkî Sûrî ku serdana Şamê kiriye dibêje, rewşa Sûriyê li ser ragihandinê û li ser erdê ji hev cuda ye, xizmetguzarî lawaz e, kar nîne û bandora şer li ser gelek sektoran heye.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye