Hêzeke Îsraîlê dîsa derbasî gundewarên Dera û Quneytirayê bûn

Hêzeke Îsraîlê bi 6 wesayîtên leşkerî derbasî gundewarên Quneytra û Derayê bûn û xalên nû yên kontrolê danî, balafirên şer û keşfê jî li asîmên digeriyan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzeke Îsraîlê bi wesayîtên leşkerî careke din derbasî gundewarên rojavayê Derayê û başûrê Quneytrayê bûn û xalên kontrolê danîn.

Ajansa Hawarê ragihand ku 6 wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê ketin gundê Seyda El Colan ê gundewarê başûrê Quneytîrayê, paşê ber bi gundê Hanût ve vekişîn û ketin baregeha xwe ya li Til El Secî.

Hate eşkerekirin ku ev hêza leşkerî ji 24 wesayîtan pêk dihat.

Her wiha wan bendeke leşkerî di navbera gundên Eyn Zeker û El Meqrez ên gundewarê rojavayê Derayê de danî.

Di vê dawiyê de, hêzên Îsraîlê bi awayekî leşkerî derbasî başûrê Sûriyê dibin, li asîmên jî gera balafirên şer û Helîkopteran heye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye