Cîgirê Serokê Giştî yê CHP'ê Gul Çîftçî piştî biryarê daxuyaniyek çapemeniyê da û got: "Eşkere bû ku Kongreya Stenbolê li gorî proseduran pêk hatiye û gumana sûcê tune ye. Biryara qayûm bi rengekî xwezayî betal bûye."
Serokwekîlê Koma CHP’ê ya Meclîsê Gokhan Gunadîn jî got: "Êdî bi awayekî hiqûqî biryara qeyûm rabûye.”
Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir jî got, "Biryara tedbîrê yê ji bo seroktiyê hatine dayîn vala derketiye. Divê tavilê bê paşvekişandin."