Li gorî Ajansa IRNA ya Îranê, Ebas Eraqçî ev yek aniye ziman ku dibe ew hevdîtineke din bi berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê re pêk bîne û diyar kir ku ev yek bi biryara Ewropayê ve girêdayî ye.
Eraqçî destnîşan kir ku dan û standinên Qahîreyê, pir cidî ne û got: Dan û standinên piştî şer ne hêsan in.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê berî çend rojan, li Qahîreyê bi rêveberê giştî yê Ajansa Enerjiya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) Rafael Grossi re civiyabû, da ku li ser tesîsên nukleerî yên Îranê û hevkariya di navbera Tehran û IAEA de lihevkirinek çêbibe.