Hikûmeta Nepalê 26 platformên medyaya civakî qedexe kirin û li ser vê yekê welatî daketin qadan û li dijî hikûmetê xwepêşandan li dar xistin.
Di encama pevçûnan de, heta niha 51 kesan jiyana xwe ji dest daye û zêdetirî 1300 kesên din jî birîndar bûne.
Berdevkê polîsan Binod Ghimire diyar kir ku di dema bûyeran de, 13 hezar û 500 mehkûm ji girtîgehan reviyane.
Jineke 73 salî bû serokwezîra Nepalê
Ji aliyekî din ve, jina 73 salî Soşîla Karkî bû serokwezîra demkî ya Nepalê û duh roja înê sûnda yasayî xwar û bi awayekî fermî dest bi kar kir, bi vê yekê jî, ew dibe yekem jin ku li Nepalê dibe serokwezîr.