Li dijî Şaredariya CHP`ê ya Bayrampaşa ya Stenbolê operasyonek pêk hat

Bi biryara Serdozgeriya Komariya Stenbolê, li dijî Şaredariya CHP`ê ya Bayrampaşa ya Stenbolê Operasyonek pêk hat, di encamê de serokê Şaredariyê Hasan Mutlu û 48 kesên din hatin binçavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Operasyona li dijî Şaredariya Bayrampaşa ya CHP`ê pêk hatî, di çarçoveya tawanên "Gendelî, bertîl standin û derxistina tevliheviyê" de hat destpêkirin.

Operasyon saetên sibê ji aliyê grupên Mudiriyeta Parastinê ya Stenbolê ya li dijî tawanên darayî tekoşîn dikin, pêk hat.

Di operasyonê de, Serokê Şaredariyê, 5 alîkarên wî û 5 endamên Meclîsa Şaredariyê hatin binçavkirin.

Heman wext di çarçoveya operasyonê de, kesên bi guman ku têkiliya wan bi şaredariyê re heye di mal û cihê karên wan de ji aliyê polîsan ve rastî lêpirsînê hatin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24