Di 10ê adara 2025an de, peymanek di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Serokê Hikûmeta Veguhêz de hat îmzekirin, lê heya niha jî ew peyman li ser erdê pêk nehatiye.
Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El-Şeri derbarê rêkeftinê de daxuyaniyek da û got ku dan û standinên li ser bicihanîna Peymana 10ê Adarê berê baş diçûn, lê niha pêvajo hêdî bûye.
Her wiha Şeri îddîa kir ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk nûnertiya hemû pêkhateya Kurd nake û pêkhateya Ereb li herêmê ji sedî 70 zêdetir e.
El-şeri: Me li hev kir da ku QSD tevlî artêşa Sûriyê bibin
Serokê Hikûmeta Veguhêz ragihand ku wan li hev kir ku (QSD) tevlî Artêşa Erebî ya Sûriyeyê bibin, li herêmên Kurdan baregehên taybet hebin û hin meqam ji kesayetên herêmî re werin destnîşankirin.
"Dan û standin ji bo peymaneke ewlehiyê bi Îsraîl re hene"
Ehmed El-Şeri got ku dan û standin ji bo peymaneke ewlehiyê bi Îsraîl re hene da ku ew vegere wan cihên ku berî 8ê Kanûnê, lê bû.
"Em projeya dabeşkirina Sûriyê qet qebûl nakin"
Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El-Şeri îdîa kir eger Kurdên Sûriyeyê daxwaza cudabûnê bikin, Îraq û Tirkiye dê zerereke mezin bibînin
El-Şeri destnîşan kir ew bostekê ji axa Sûriyê bernadin û projeya dabeşkirina Sûriyê qet qebûl nakin.
Fîdan: Di navbera YPG'ê û Hikûmeta Veguhêz de lihevkirin çêbibe wê baş be
Di heman demê de derbarê heman mijarê de Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî got: "Em ji hinek xalên peymana 10'ê adarê ne razî ne, lê eger lihevkirinek di navbera YPGê û Hikûmeta Veguhêz de çêbibe, wê baş be."
Hakan Fîdan diyar kir ku gavên YPGê di pêşketina dan û standinê de gran in û îddîa kir ku YPG dixwaze ji krîza di navbera Îsraîl û Sûriyeyê sûdê bigire.