Malpera Kolbernews ragihand ku di danê sibehê de kolberê bi navê Mihemed Tewhîd Penahî yê 25 salî û xelkê Seqiz yê Rojhilatê Kurdistanê yê, li herêmên sînorî yên Hengejalê ya ser bi bajarokê Bane di encama gulebarana rasterast a hêzên çekdar ên dewleta Îranê de hat kuştin.
Hat diyarkirin ku hêzên sînorî bêyî hişyarî dayînê û ji nêz gule li Mihemed Tewhîd Penahî barandine.
Li gorî agahiyan Mihemed Tewhîd Penah, zewicî ye û niştecihê gundê Wezmele yê ser bi navçeya Serşîw a bajarokê Seqiz a Rojhilatê Kurdistanê ye.
Hêjayî gotinê ye ku li gorî bîlançoya Kolbernewsê, sala borî li herêmên sînorî yên parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê 26 kolber hatine kuştin û 31 jî birîndar bûne.
Her weha ji sedan 77 ji van bûyeran, ango 44 kolber di encama gulebarana rasterast ya hêzên dewleta Îranê de qewimîne.