Cezayên nû li ser Îranê tên sepandin

Li Îranê, nakokiyên aborî û siyasî di navbera Tehran û Washingtonê de her ku diçe zêde dibin. Amerîka gefa cezayên nû yen herî giran li dijî Îranê pek tîne, lê Tehran ev gav wekî “terorîzma aborî” şermezar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka ragihand ku dê li dijî Îranê cezayên ku wekî “cezayê herî giran di dîrokê de” tên binavkirin, bide ferz kirin.

Her wiha Amerîka hişyarî da welatên ku bi Îranê re têkiliyên aborî didomînin û got ku dikarin bi encamên aborî re rû bi rû bimînin.

Washington dixwaze zexta aborî li ser Tehranê zêde bike

Wezîrê Aborî yê Amerîkayê, Scott Bessent, got ku Washington dixwaze zexta aborî ya herî zêde li ser Tehranê pêk bîne.

Îran cezayên nû şermezar kir

Di aliyê din de, Îran cezayên aborî û bazirganiyê yên Amerîkayê bi tundî şermezar kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê, Ebas Eraqçî, siyaseta Washingtonê wekî “terorîzma aborî” binav kir û got ku ev gav nikare serweriya Îranê binpê bike.

Tehran her wiha dibêje ku cezayên Amerîkayê ziyanê li civak û aboriya Îranê dikin.

Çîn %80 nefta Îranê dikire

Çîn mezintirîn kirînê nefta Îranê ye. Ji %80`ê nefta Îranê ya ku tê şandin, dikire.

Ji ber vê yekê, cezayên li dijî welatên ku bi Îranê re hevkariyê dikin, dikarin li ser Çînê bandorek mezin çêkin.

Çîn jî bang li çareseriyeke dîplomatîk kir û got ku zext û ceza ne rêya çareseriyê ne.

Amerîka hê jê agahiyê berfireh li ser cezayên nû eşkere nekiriye û Bessent got ku dê roja Duşemê ragihîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye