Wezareta Tenduristiya Kenyayê yekem pêketina bûyera Ebolayê piştrast kir

Wezîrê Tenduristiyê yê Kenya Aden Duale, di civîneke çapemeniyê de li Nairobiyê, yekem rewşa pêketina Ebola ya ku ji derve hatiye, piştrast kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Wezîrê tenduristiyê yê Kenyayê ragihand ku yekem mirina bi Ebola li welêt pêk hatiye.

Welatiyek kenyayî li Komara Demokratîk a Kongoyê dijiya, piştî ku vegera welatê xwe jiyana xwe ji dest da.

Di sala 2014`an de, li Komara Demokratîk a Kongoyê pêleke nexweşiya vîrusa Ebolayê derket holê.

Wezareta Tenduristiyê ya Komara Demokratîk a Kongoyê ragihand ku di çarçoveya pêla belavbûna nexweşiyê de ku li Kongoyê, ji 8 hezar û 300 pêketinên piştrastkirî yên Ebola hatine tomar kirin.

Ji wan 4 hezar û 18 kes mirine, ev hejmar nêzîkî nîvê rewşên pêketinan pêk tîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye