Wezareta Parastina ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wê bi dronan kargeheke çêkirin û depokirina pêkhatiyên keştiyên bêmirov a li bajarê Belgorod-Dnistrovskyê yê başûrê rojavayê Odessayê bombebaran kir.
Wezaretê da diyarkirin kaegeha ku arnanc kirina ji bo îêkirina keştiyên barkirina çek û sotmenî ji hêzên Ukraynayê redihatin amadekirin.
Wezaretê diyar kir ku wê kombûneke keştiyên hêzên deryayî yên Ukraynayê jîarmanc girtin û ev agahî dan: "Li bendera Odessayê 3 keştî û 2 barhilgirên petrolê hatinarmanc kirin.
Hinek ji wan sotemenî û pêdiviyên din ji hêzên Ukraynayê re dişandin.
Her wiha li depoyên sotemeniyê û embarên çekan hatin xistin."
Wezaretê her wiha destnîşan kir ku li deryaya Reş (Rojhilatê Odessayê) jî keştiyeke ku çekên rojevayî veguhest Ukraynayê hat armanc kirin.