Li Pakistanê bi êrîşa xwekujî 5 sivîlan hatin kuştin

Li herêma Bannu ya li bakurrojavayê Pakistanê, di encama êrîşeke xwekujî de ku bi wesayiteke bombebarkirî hate kirin, 5 sivîl hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyên ku rayedarên xwecihî dan AFP'ê, êrîşkar wesayiteke bombebarkirî bi kar anî û êvara Pêncşemê li malekê ket û teqiya.

Di encamê de 3 jin û 2 zarokan hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.

Rayedarê polîsên xwecihî Mûhammed Sajjad Khan anî ziman ku li gorî texmînan êrîşkar xwest qereqola polîsan bike hedef, lê belê bêyî ku bigihêje armanca xwe li maleke sivîlan ket.

Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê li xwe negirtiye.

Rêveberiya Îslamabadê hikumeta Talîbanê ya li Efganistanê sûcdar dike ku komên çekdar ên êrîşan li ser Pakistanê plan dikin asteng nake.

Rêveberiya Kabûlê jî van sûcdariyan red dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye