Pakistan: Dan û standinên me bi Efxanistanê re têk çûn

Wezîrê Parastinê yê Pakistanê Xawaca Mihemed Asif diyar kir ku dan û standinên aştiyê yên di navbera Pakistan û Efxanistanê de li Stenbolê têk çûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 Xawaca Mihemed Asif eşkere kir ku dan û standin bi armanca kêmkirina pevçûnan li ser sînorê her du welatan de, dest pê kiribû.

Mihemed Asif destnîşan kir ku ti bernameyek ji bo gera çaremîn a dan û standinan tune ye.

Her wiha Asif diyar kir ku şandeya Efxanî amade nebû ku ti peymanek nivîskî îmze bike û got ku Pakistan dê tenê peymanek nivîskî ya fermî qebûl bike.

Xawaca Mihemed Asif da xuyakirin ku ger êrîş ji axa Efxanistanê neyên kirin wê demê agirbest dê berdewam bike.

Dezgehên ragihandinê yên Pakistanê dan zanîn ku heta niha agirbest didome û Pakistan bi diyalogê pabend e û ji bo Efxanistanê jî heman pabendiyê hêvî dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye