Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, derbarê gilîkirina li ser firotina tîşortên bi nivîsa “Torosê Spî û JÎTEM”ê de, biryara ne hewceye ye ku lêpirsîn bê kirin da.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi hinceta ku berhemên navborî sûcên “pesinandina sûc û sûcdaran, provekirina gel bo kîn û dijminatiyê pêk tînin, serî li dozgeriyê dabû.
Di biryara dozgeriyê de, derbarê xala 215’an a Zagona Cezayê ya Tirk (TCK) de, hate diyarkirin ku hukmekî (cezakirina) teqez li holê nîn e, ji ber vê yekê hêmanên sûcê pêk nehatine.
Lê derbarê xala 216’an de jî bi bihaneya "azadiya derbirînê" biryar da ku pêwîstî bi lêpirsînê tune ye.
Dozgeriyê, di biryara xwe de destnîşanî bi pêşdaraziyên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir û diyar kir ku "divê ramanên acizker û heta şokker jî di çarçoveya azadiya derbirînê de bên nirxandin." Bi vê yekê biryar da ku tîşortên ku ji bo firotanê hatine pêşkêşkirin, ji bo asayîşa giştî xetereyek eşkere û nêzîk çênakin û gel provekeyî kîn an jî dijminatiyê nakin.
'Torosa Spî sembola îhlalên giran ên mafên mirovan e'
ÎHD’ê derbarê biryara dozgeriyê de daxuyand ku Toros bûye sembola zirarên giran ên mafên mirovan ku ji aliyê xebatkarên dewletê ve hatine kirin.
Tîşortên bi nivîsa “Torosê Spî û JÎTEM”ê wekî berhemên bazirganî hatine hilberandin û li ser înternetê ji bo firotanê hatine pêşkêşkirin, vê yekê alîgirên mafên mirovan nerehet kir.
ÎHD’ê bi bîr xist ku piştî vê pêşketinê, li dozgeriyê gilînameya sûc hatiye kirin û anî ziman ku piştî gilîkirina wan, di demek pir kin de Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê biryara ‘pêwîstî bi lêpirsînê nîn e’ daye.