Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi beşdariya 150 delegeyan dest pê kir.
Di konferansê de Peyama Rêber Abdullah Ocalan a “Erka me tevan e ku em bîranîna Gurbetelliyê zindî bihêlin, raman û têkoşîna wê ji nifşên sibrojê re veguhêzin", hat danîn.
Berdevka YRJ’ê Arîn Siwêd axaftina vekirinê kir û wiha got:
"Îro nasnameya me ne tenê rojnamegerî ye, nasnameya me jin e.
YRJ’ê bi 50 jinên rojnamevan dest pê kir, îro ji 500'î zêdetir endamên wê hene."
Konferans di van kêliyan de bi axaftinan berdewam dike.
Di konferansê de tê payîn ku li ser xebatên YRJ’ê sînevîzyon bê pêşandan, axaftin werin kirin, rapora xebatên 4 salan bê xwendin, rewşa rêxistinî û rêzikname bên nîqaşkirin, meclis bê hilbijartin û bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.