Li Hesekê 6 salin milyon û nîvek mirov bi kirîza avê re dijîn

Ava ku jêdera jiyanê ya sereke ye. Bajarê Hesekê ev 6 salin bi kirîzeya wê re rûbirû ye. Her wiha çavkaniya mezin ye vê krîzê dewleta Tirk e.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bajarê Hesekê yek ji mezintirîn bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, derdora milyon û nîvek mirov lê bicihbûne û çavkaniya ava wan çemên Xabûr û Ceqceqê ne.

Her wiha bi zêdebûna hejmara niştecihan û kêmbûna ava Xabûr û Ceqceqê re kirîza avê  zêdetir bû. Ji ber ku ava binerd a bajêr şore û ji bo pêdiviyên jiyanê nabe Stasyona Elokê li gundewarên bajarê Serêkaniyê hatibû avakirin.

Stasyona Elok di sala 2010`an de li gundê Elok a bajarê Serêkaniyê hatibû avakirin. Stasyon ji 30 bîran pêk tê û rojane derdora 175 hezar metrekub ava vexwarinê dida bajar û gundên Hesekê.

Li stasyonê hemû pêdiviyên ji bo depokirina avê hebûn. Bi rêya toreke avê av digihişte stasyona Himê ya li gundewarê rojavayê Hesekê û ji wir jî av li taxên bajar û gundewarên wê dihat belavkirin.

Bi êrîşên dewlata Tirk û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê stasyon ji xizmetê derket û av bi temamî li ser bajar Hesekê û gundewarên qut bû.

Her wiha Komîteya Lêkolînan a Navneteweyî ragihand ku wê hewl daye stasyonê sererast bikin lê endamên wan ji aliyê çeteyên girêdayî dewleta Tirkyeyê ve hatine revandin.

 

Pirsgirêka avê her ku diçe mezintir dibe

 

Piştî dagirkirina Serêkaniyê di heman mehê de dewleta Tirkyeyê 33 caran ava Elok li ser gund û bajarê Hesekê qut kir. Her wiha di havîna 2023`an de bi temamî hat qutkirin û pirsgirêka avê her ku çû mezintir bû.

 

Dewleta Tirkyeyê stasyonê weke çek bi kar tîne

 

Rêveberiya Xweser gelek caran ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bang kir. Lê dewleta Tirk bikaranîna stasyonê wekî çekekê li dijî Rêveberiya Xweser bi kar tîne.

Ev 6 salin şêniyên Hesekê neçarin ava sarîncan bikirin ku buhayê her bermîlekî digihêje 35 hezar lîreyşn Sûrî. Ji ber ku buhayê avê pirê caran jî nayê bidestxistin. Jin, mêr, zarok kesên bi temen mezin barê kişandina avê rakirine.

Her wiha ji ber nepaqijiya ava sarîncan jehrî û nexweşî jî belav dibin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê li Himê, Firat û Amûdê du projeyên cuda da destpêkirin lê her carê ji ber sedemên cuda cuda proje bi tememî dihatin sekinandin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye