Lezgin

Astengdaran li Silêmaniyê çalekiyek li dar xist

reset font size increase font size

Ji ber rewşa xirab a jiyanê û nedana muçe, Astengdaran li Baxê Giştî yê Silêmaniyê daxuyaniyek ji bo çapemeniyê dan.

Ev du meh in li Silêmaniyê muça astengdaran nayê dayîn û rewşa astengdaran ji aliyê darayî ve, gelekî xirab e. Astengdaran ji ber wê çalakiyek li dar xist û têde daxuyaniyek ji raya giştî re ragihand.

Daxuyanî ji aliyê Sekreterê Rêxistina Astengdarên Kurdistanê Saman Hisên ve hat dayîn.

Saman Hisên da zanîn ku ew ji bo nedana muçe û rewşa aborî ya xirab kom bûne û destnîşan kir ku 80 hezar Astengdar li Herêma Kurdistanê hene.

Saman Hisên daxwaza mafên xwe yên zagonî kir ku ew jî tenê muçe ye, ji ber ku ew bi nedayîna muçeyê zêdetir bêhêvî dibin.

Hisên wiha berdewam kir û got:Em daxwaz dikin ku hikumet guhekî wê hebe ji bo bihîstinê û zimanekî wê hebe ji bo bersivdanê.”

Li Herêma Kurdistanê her tim nakokiya muçeyan heye. Berî demekê mamoste û bijîşk derketin çalakiyan û niha jî astengdar derketin.

Egîd Xelîl

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24