Lezgin

Iraq: Ger Tengava Hurmuz were girtin, alternatîfên me hene

reset font size increase font size

Tengava Hurmuzê yek ji xalên herî giring ên veguhestina neftê ya cîhanê ye. Nêzîkî ji sedî 20’ê xerckirina nefta cîhanê, ango nêzîkî 20 milyon bermîl neft rojekê de, di vê tengavê re derbas dibe. Heger Tengava Hurmuzê were girtin, dabînkirina neftê ya cîhanî dê zererek mezin bibîne. Dibe ku nirxê neftê serê bermîlê bigihîje 120-130 dolarî. 

Wezîrê neftê ya Iraqê Heyan Ebdulxenî, ragihand ku Iraq xwedî rêyên alternatîf ên ji bo îxrackirina neftê ye, ku heke Deriyê Hormuz were girtin.

‘Wezareta Neftê li ser alternatîfan dixebite’

Heyan Ebdulxenî duh da zanîn ku sektora enerjiyê ya Iraqê karê xwe dewam dike û got: “Hinartina neftê berdewam dike, lê ger Tengava Hurmuzê were girtin, alternatîf hene û Wezareta neftê li ser wan alternatîfan dixebite.”

Ebdulxenî herî dawî got: “Hilberîn li gelek zeviyên neftê zêde bûye, ev jî nîşan dide ku xebat bê pirsgirêk berdewam dike.”

Demhat Misto

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24