Piştî ragihandina êrîşên esmanî yên CENTCOM'ê li ser baregehên leşkerî yên Îranê li nêzî Tengava Hurmizê, bandoreke bilez li ser bazarên enerjiyê çêbû û buhayê petrola xav a Brentê ji 94 dolaran derbas bû.
Li gorî medyaya Amerîkî, êrîşên li ser armancên Îranê bê navber berdewam dikin ku ev yek metirsiya li ser xetên veguhastina enerjiyê zêde dike. Herwiha, Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe yên li Rojhilata Navîn.