Hewlêr û Bexda li ser dabeşkirina dahata gumrikê gihîştin peymana dawî

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed ragihand ku Hewlêr û Bexda li ser parvekirina %50 bi %50 ya dahata gumrikê û cîbicîkirina sîstema elektronîkî ya ASYCUDA li hev kirine. Di heman demê de ji bo destpêkirina hilberandina petrolê, gotûbêjên li ser parastina zeviyên petrolê berdewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Îraqê li ser yekkirin û dabeşkirina dahatên gumrikê yên deriyên sînorî gihîştin rêkeftina dawî.

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê, Rêber Ehmed di daxuyaniyekê de ji bo rojnameya fermî ya "Sebah" a Îraqê diyar kir ku sîstema nû ya gumrikê bi çavdêriya rasterast a Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Herêma Kurdistanê tê cîbicîkirin û xalên nakok hatine çareserkirin. Li gorî vê peymanê, dahata deriyên sînorî dê bi şêwazê %50 bi %50 di navbera Hewlêr û Bexdayê de were dabeşkirin. Di vê çarçoveyê de, divê ji niha û pê de hemû xalên kontrolê yên neyasayî yên di navbera parêzgehên Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Îraqê de werin rakirin.

Sîstema elektronîkî ya ASYCUDA tê sazkirin

Her du aliyan her wiha li ser cîbicîkirina sîstema elektronîkî ya cîhanî ya ASYCUDA (Asîkûda) li hev kirin. Ev sîstema ku ji aliyê Konferansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Bazirganî û Geşepêdanê (UNCTAD) ve hatiye pêşxistin, armanc dike ku rêkarên gumrikê li hemû deriyên Îraq û Herêma Kurdistanê bike yek, rûbirûyî gendeliyê bibe, tevgera bazirganiyê hêsan bike û dahatên ne-petrolî zêde bike.

Kompanyayên petrolê sîstema bergiriya asmanî dixwazin

Der barê sekinandina hilberandina petrolê de, Rêber Ehmed eşkere kir ku kompanyayên navdewletî yên warê petrolê bêyî garantiyên ewlehiyê yên hûr ku careke din rûbirûyî êrîşan nabin, ne amade ne dest bi karê xwe bikin. Ji bo vê yekê, niha di navbera Serokatiya Erkanê ya Artêşa Îraqê û kompanyayên navdewletî de gotûbêj hene da ku sîstema bergiriya asmanî ji bo parastina zeviyên petrolê yên li navçeyên hevahengiya ewlehiya hevpar were anîn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye