Di navbera Iraq û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê de kirîza mûçe û petrolê

Kirîza nedayîna mûçayan û petrolê di navbera Hikûmeta Başûrê Kurdistan û Iraqê de ber bi çareseriyê ve diçe. Meclisa Wezîrên Federal û Meclisa Wezîrên Herêma Başûrê Kurdistanê, derbarê van rojevan de civiya. Aliyên navborî ragihandin ku wê hinardekirina pêtrolê wê bi rêya bendera Ceyhanê Şîrketa Berbazarkirina Petrolê(SOMO) radestî Hikûmeta Iraqê bê kirin. Rayedarên Başûrê Kurdistanê ji aliyên hikûmeta Iraqê jî xwestin mûçeyên meha Hezîran û Tîrmehê bişînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Başûrê Kurdistanê pirsgirêka nedayîna mûçeyan didome.

Derbarê mijarê de taybet jî ji bo mûçeyên meha Hezîran-Tîrmehê Meclisa Wezîrên Başûrê Kurdistanê, bi amadebûna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê wî Qubad Talebanî civînek li dar xistin.

Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Şêx Cenab, raporek li ser bingeha qanûnî, hatina dahatên, destnîşankirina cûreyên dahatê û çavkaniya wê pêşkêş kir.

Awat Şêx Cenab diyar kir ku lîsteya mûçeyan û budçeya sererastkirina meha hezîranê ji Wezareta Darayî ya Federal re hatiye şandin.

Şêx Cenab got:" Erkê Wezareta Darayî ya Iraqê ye ku, li beranberî şandina lîsteya budçeyê divê mûçeyên meha hezîranê bişîne."

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî (bi wekalet) Kemal Mihemed jî , mijara destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Başûrê Kurdistanê li gorî biryara dawiyê ya hevpar a meclisan pêşkeşî civînê kir.

 

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê wê petrolê radestî Hikûmeta Iraqê bike

 

Kemal Mihemed diyar dike ku petrola ku ji bo hinardekirinê amade ye niha ji hêla şîrketên biyanî ve tê hilberandin û dibêje:

Hinardekirina pêtrolê wê bi rêya bendera Ceyhanê Şîrketa Berbazarkirina Petrolê(SOMO) ango radestî Hikûmeta Iraqê bê kirin.

 

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê: Divê mûçeyên Hezîran û Tîrmehê were şandin

 

Meclisa Wezîran tekez kir ku, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê berdewam e li ser lihevkirin û hevfêmkirina hevpar a di navbera wê û hikûmeta federal de û got:

“Divê hikûmeta federal mûçeyên Hezîran û Tîrmehê mîna mûçexurên deverên din ên Iraqê bişîne.”

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24