Ev demeke li Sûriyeyê rewş tevlihev e û binpêkirin di derheqê pêkhateyan de têne kirin, destpêkê li perava Sûriyeyê û berî demekê jî li Siweydayê.
Dîplomatekî ji Ajansa France-Presse (AFP) re diyar kir ku piştî wê hevdîtina berî hefteykê li Parîsê, wê roja Pêncşemê, civînek di navbera Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed El-Şeybanî û Wezîrê Karûbarên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermer de, li paytexta Azerbeycanê Bakû pêk were.
Li Bakûyê jî rayedarên Sûriye û Îsraîlê bi hev re dicivin
Li gorî agahiyan, di civînê de, mijarên ewlehiyê yên li başûrê Sûriyeyê wê werin nîqaşkirin.
Çavkaniyeke din anî ziman ku beriya tundiya li Siweydayê, rayedarên Sûrî û Îsraîlî di 12ê tîrmehê de li Bakûyê civiyabûn.
ji aliyê xwe ve jî, televîzyona Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, ragihand ku civîna Parîsê bi giranî li ser "pêşketinên ewlehiyê yên dawî û hewldanên ji bo kontrolkirina rageşiyê li başûrê Sûriyeyê bû."
Li Moskovayê Lavrov û Şeybanî rewşa Sûriyeyê gotubêj kirin
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê jî da zanîn ku El-Şeybanî, serdana Moskovayê kir û bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya.
Piştî bidawîhatina civînê, her du wezîran konferanseke çapemeniyê ya hevbeş saz kirin.
Lavrov: Divê tevahiya mafên Kurdan parastî bin
Lavrov da xuya kirin ku divê Kurd tevahiya mafên xwe bi dest bixin û di nav Dewleta Sûriyeyê de cihê xwe bigirin.
Ji aliyê xwe ve jî, Şeybanî pêbendbûna Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê bi diyalogê û parastina mafên tevahiya pêkhateyan nîşan da û got: Dê hemû pêkhate cihê xwe di Parlamentoyê de bigirin.