Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, serdana Serokê Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu yê ku niha di Girtîgeha Marmarayê de dimîne kir.
Ozgur Ozel ragihand ku dê li parlementoyê komîsyonek were avakirin û 10 endamên ji partiya wî jî dê di komîsyonê de cih bigrin.
Her wiha Serokê Meclisa Tirkiyê Nûman Kurtulmuş ji Ceneveyê diyar kir ku komîsyon dê di hefteya yekem a tebaxê de dest bi karê xwe bike û ew ê li ser guhertinên têkildarî bêçekkirinê bixebite û got:
`` Ev gav ne meydaneke ji bo nîqaşkirinên siyasî ye, lê belê derfeteke ji bo hevkariya berfireh a gel e da ku pirsgirêka Kurd çareser bibe.``