Tevî ragihandina agirbestê jî li bajarê Siweydayê hîn jî ewlehî û aramî çênebûye.
Herî dawiyê jî, Hêzên Ewlekariya Giştî yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê basek şîrketa Şemis El Alem li banda kontrolê ya li gundê El Mitona yê bakurê Siweydayê dema ku ji bajarê Ceremana ber bi parêzgehê ve dihat sekinandin û ajokar Xesan Şiqêr û alîkarê wî Ramî Şiqêr girtin û ew birin Şamê.
Xwediyê şîrketa navborî Kerîm Serayî El Dîn li ser hesabê xwe yê Fecbook'ê ragihand ku endamên bendên kontrolê rêwî hemû peya kirine û bas deste ser kirine, ajokar û alîkarê wî girtine.
Her wiha Serayî El Dîn ji xwediyê emanatan xwest ku herin bendên kontrolê yê El Mitona ji bo ku emanetên xwe werbigirin.
Şîrketa Şemis El Alem niha hemû çûn û hatina xwe ji bo paytexta Sûriyê Şamê rawestandiye.
Ji ber van binpêkirinên mirovî yên li ser şêniyên Siweydayê, roj bi roj serpêhatiyeke nû ya bi êş derdikeve holê.
Darîn Ridwan: Hêzên Hikûmeta Şamê birayek û 2 kurên min kuştin
Yek ji kiryarên ku di şerê li Siweydayê de, hatin kirin serpêhitiya jina bi navê Darîn Ednan Ridwan ya temen 37 salî ye.
Darîn Ednan Ridwan destnîşan kir ku di 15’ê Tîrmehê de 15 çekdarên girêdayî Hêzên Hikûmeta Veguhêz bêyî destûra fermî bi ser mala wê de girtin û wiha got:
"Di dema serdegirtina mala min de, her du kurên min yên bi navê Basil Fîda Ezam yê 17 salî û Heyder Fîda Ezam yê 14 salî, her wiha birayê min Fîras Ednan kuştin û bavê min revandin heta niha aqûbeta wî ne diyar e."
Darîn Ridwan bi bîr xist ku çekdaran gotinên xirab ji jinan re kirin, bi gefa çekê jî zincîra dayika wê ji gerdena wê kişandin û dizîn.
Her wiha mêrên di malê de girtin û jin ji malê derxistin.
Şerê Siweydayê di 13`ê tîrmehê de dest pê kiribû û piştî 7 rojan, agirbestek hatibû ragihandin, lê heya niha ew agirbest bi temamî nehatiye bicihkirin.