Duh, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, ragihand ku Îran dixwaze di rojên pêş de, dewreyeke din a dan û standinan bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî ya Neteweyên Yekbûyî re li dar bixe.
Îran, îdîa dike ku bernameya wê ya nukleerî, tenê ji bo armancên sivîl e.
Di tîrmeha borî de, Îran bi bihaneya li dijî êrîşên Îsraîl û Amerîkayê xwedî helwest nebûye, hevkariya xwe bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî re rawestandibû.