Îraq ji bo hinardekirina neftê rêya Banyasê lêkolîn dike

Berdevkê Wezareta Neftê ya Îraqê ragihand ku planên wan ên ji bo dîtina deriyên nû ji bo hinardekirina neftê dewam dikin û got ku di vê çarçoveyê de ew rêya Banyasê lêkolîn dikin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

 Xebatên Wezareta Neftê ya Îraqê yên ji bo dîtina rêyên nû û alternatîf ji bo hinardekirina neftê ber bi bazarên cîhanê ve bi hemû leza xwe dewam dikin.

Berdevkê Fermî yê Wezareta Neftê ya Îraqê Selîm Rikabî, der barê hewldanên wan ên ji bo çêkirina xeteke boriyê de ber bi Banyasê ve, ji medyaya Îraqê re axivî.

Selîm Rikabî ragihand ku xebatên Wezareta Neftê yên ji bo dîtina rêyeke hinardekirina nefta Îraqê dewam dikin û wiha got:

"Çêkirina xeteke boriyê ber bi Banyasê ve, di rêza wan projan de ye ku niha lêkolîn li ser tê kirin.

Her wiha di civîna dawî ya Encumena Wezîran de biryarek derketiye ku destûrê dide îmzekirina peymaneke bingehîn a destpêkê û lihevkirina parastina agahiyan li gel aliyê Amerîkî-Qeterî; bi armanca amadekirina lêkolînên teknîkî û nexşeyên taybet ên projeyê."

Berdevkê fermî yê Wezareta Petrolê ya Îraqê diyar kir ku ev peyman tenê dikeve çarçoveya qonaxa amadekirina lêkolîna teknîkî ya projeyê.

Çima Îraq rêya Banyasê hilbijart û çi taybetmendiyên vî bajarî hene:

Banyas, bajarekî beravê yê parêzgeha Tertûsê ya Sûriyê ye.

Ev bajar li ser Deryaya Spî (Deryaya Navîn) cih digire û ji bo bazirganî û aboriya herêmê xwedî girîngiyeke stratejîke.

Banyas yek ji bendergehên herî mezin ên neftê ye li ser Deryaya Navîn û mezintirîn parzûngeha neftê ya Sûriyê lê ye.

Di dîrokê de jî di navbera Îraq û Banyasê de xeta boriyê ya neftê (Kerkûk-Banyas) hebû.

Ji ber vê yekê, gava Îraq bixwaze nefta xwe bêyî Tengava Hurmizê bigihîne Ewropa û bazara cîhanê, Banyas wekî dergeheke sereke yê deryayî tê dîtin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye