Graham ji ber nexweşiya dil û damaran mir

Sedema mirina Senatorê Komarî yê Amerîkî Lindsey Graham hat eşkerekirin. Li gorî encamên otopsiyê yên pêşîn, Graham ji ber pirçivîna damarekî dil jiyana xwe ji dest daye. Ya balkêş Siri Sureya Onder jî bi heman sedemê jiyana xwe ji dest dabû.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Senator Lindsey Graham roja şemiyê di 71 saliya xwe de ji ber pirçivîna damarekî dil koça dawî kir.

Ev damar ê sereke ye ku xwînê ji dil ber bi beşên din ên laş ve dibe.

Pirçivîna vî damarî rewşeke bijîşkî ya awerte ye.

Serokê Enstîtuya Lêkolînên Tenduristiyê Dr. Michael Mack مايكل ماك, ji The New York Times re diyar kir ku ev yekem bûyer e ku tê ber bijîşkan, dema ku kesekî rehet saxlem ji nişka ve dimire.

Di heman demê de ofîsa Graham bi daxuyaniyekê ragihand ku senator ji ber nexweşiya dil û damaran mir.

Trump: Ti şert û mercên gumanbar ên mirina Graham tune ne

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump, di daxuyaniyekê de ji Reutersê re diyar kir ku wî çend xulekan berî mirina Graham pê re axivîbû.

Her wiha Donald Trump da zanîn ku der barê mirina wî de ti şert û mercên gumanbar tune ne.

Trump wiha got:

"Gotegot hene, lê na.

Nexweşiyeke wî ya kurt hebû.

Krîza dil hebû.

Ew hevalê min bû, hevalekî pir nêzîk bû.

Windakirina wî wêranker e."

Di heman demê de Trump ferman da ku alên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heta şeva şemiyê, 18’ê tîrmehê, ji bo bibîranîna Graham nîvco werin daliqandin.

Siri Sureya Onder jî bi heman sedemê jiyana xwe ji dest da

Her wiha siyasetmedar Siri Sureya Onder di 3'yê gulana 2025’an de bi heman awayî ji ber krîza dil a ji nişka ve û pirçivîna damarekî dil ê sereke, jiyana xwe ji dest dabû.

Ev yek gumana gelo dibe ku ev siyasetmedar bi mudaxaleyên derve hatibin kuştin tîne bîra mirov?

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye