Pevguhertina dîlgirtiyan dewam dike û Trump dibêje "kabûs bidawî bû"

Hemwextî pevguhertina dîlgirtên Îsraîl û Filistînê ya di çarçoveya peymana agirbesta navbera Hemas û Îsraîlê de, Trump di Knesseta Îsraîlî de wiha axivî: "Kabûsa demdirêj a Îsraîl û Filistînê bi dawî bû û îro şefeqeke dîrokî ye ji bo Rojhilata Navîn a nû"

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pevguhertina dîlgirtiyên Îsraîl û Filistîn dewam dike

 

Ji demjimêrên Sibehê ve, di çarçoveya peymana agirbestê ya di navbera Îsraîl û Hemasê de, pevguhertina dîlgirtiyên Îsraîlî û Filistînî tê meşandin. 

Berdana bi sedan girtiyên Filistînî ji zindanên Îsraîlê îro wekî beşek ji danûstandina girtiyan di navbera Îsraîl û Hamasê de dest pê kir. Biryar e ku bi tevahî 1966 girtiyên Filistînî werin berdan.

Karbidestekî ku beşdarî operasyonê bûye ji Reuters re got ku yekem otobus ji 38 otobusên ku girtiyên Filistînî yên serbestberdayî hildigirin derbasî Xezeyê bûn û otobusên din gihîştin Ramallahê.

Berdana van girtiyan çend demjimêran piştî ragihandina Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor ku 20 girtiyên Îsraîlî ji Şerîda Xezeyê di du koman de wergirtine, tê.

Li gorî hûrgiliyên qonaxa yekem a peymanê, tê plankirin ku Îsraîl 250 girtiyên Filistînî yên ku cezayên dirêj û heta hetayê stendine, di nav de 83 ji Zindana Ofer û 167 ji Zindana Ketziot li Çola Negevê, digel 1718 girtiyên ji Şerîda Xezeyê yên ku piştî destpêkirina şer di 7ê Cotmeha 2023an de hatine girtin, serbest berde.

 

Trump: Kabûsa Îsraîl û filistîn bi dawî bû

 

Di heman çarçoveyê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump di Knesseta Isailê de axivî.

Trump di nav axaftinên xwe de got ku ew "niha pêşerojeke ku dîrok jê serbilind be, ava dikin”.

Her wiha destnîşan kir ku "kabûsa demdirêj a Israil û Filistînê bidawî bû”.

Trump di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku "îro şefeqeke dîrokî ye ji bo Rojhilata Navîn a nû”.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye