Li Başûrê Kurdistanê yek lître benzîn bi zêdeyî hezar dînarên Îraqê ye

Li Başûrê Kurdistanê bihayê yek lître benzîn zêdeyî hezar dînarên Îraqî ye ku ev yek welatî bêzar kirine. Hikûmet jî dibêje ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, wê daxwaziyek arasteyî hikûmeta Îraqê kiriye.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Başûrê Kurdistanê bihayê benzînê giran e, hikûmeta başûrê Kurdistanê jî wiha dibêje:

‘‘Rêjeya petrola xam ku hikûmeta Îraqê dide me ji bo hilberandina benzînê, kêm e.

Niha li Başûrê Kurdistanê bihayê lîtreyek benzîn zêdeyî hezar dînarî ye.

Li hinek benzînxaneyan hikûmet bi bihayê kêmtir dabeş dike û divê ajokar hinek caran zêdeyî 5 saetan li ser dorê bisekinin.’’

Bihayê bilind ê benzînê welatiyên Başûrê Kurdistanê bêzar kirine

Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Îraqê lihevkirine ku rojane nifta hinardekirinê û firotinê radestî hikûmeta Îraqê bikin.

Li gor lihevkirinê divê Başûrê Kurdistanê rojane 50 hezar bermîl neft li cem xwe bihêle ji bo dabînkirina pêwîstiyên navxweyî yên wekî benzîn, nefta spî û gazê.

Başûrê Kurdistanê: Divê Îraq pişka nefta xam a Kurdistanê zêde bike 

Wezareta Samanên Sruştî ya hikûmeta Başûrê Kurdistanê dibêje ku rojane 50 hezar bermîl ji bo dabînkirina pêwîstiyên navxweyî yên Kurdistanê kêm e û  daxwaz ji Bexdayê kirine wê rêjeyê bilind bikin ku rojane bibe 65 hezar bermîl.

Her wiha dibêjin ku bi 50 hezar bermîl nefta rojane, yek milyon û 500 hezar lître benzîn tê hilberandin, di demekê de ku pêdiviya Başûrê Kurdistanê rojane bi sê milyon lître benzîn heye.

Xalib Mihemed: Divê hikûmeta Îraqê vê pirsgirêkê çareser bike

Xalib Mihemed ragihand ku li Bexdayê bi nivîsareke fermî daxwaz ji Desteya destpaqijî a Îraqê kiriye ku lêkolîna lezgîn li ser pirsa 50 hezar bermîl nefta terxankirî ji bo Başûrê Kurdistanê bênekirin.

Mihemed destnîşan kir ku divê hikûmeta Îraqê ew 50 hezar bermîl nefta ku bo pêwîstiya navxwe dide hikûmeta Başûrê Kurdistanê bibire û Îraq bi xwe benzînê bo ajokarên Kurdistanê dabîn bike bi nirxê 450 dînarî ji bo her lîtreyekê û bermîlek nefta spî ya malan bi 31 hezar dînarî.

Yan jî divê hikûmeta Îraqê, hikûmeta Başûrê Kurdistanê neçar bike ku divê nirxê benzînê bi heman nirxê parêzgehên din ên Îraqê bide ajokarên Kurdistanê ku nirx li cem wan tenê 450 dînar e.

Rewta Helwest: Hikûmeta Başûrê Kurdistanê benzînê difiroşe welatan

Ji aliyekî din ve, parlamenterê Rewta Helwest di parlamentoya Kurdistanê de Elî Heme Salih ragihand ku sedema giranbûna nirxê benzînê li Başûrê Kurdistanê ji ber wê yekê ye ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê rojane bi sedan tanker benzîn hinardeyî welatan dike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye