Zuhêr Efrîn diyar kir ku hêzên wan niha li xeta pêşîn a di navbera QSD û hêzên hikûmeta veguhêz de bi cî bûne.
Zuhêr Efrîn da zanîn ku ew amade ne ji bo parastina sivîlan û aramiya herêmê û hêzên wan rasterast bersivê êrişan didin.
Efrîn hemû îdiayên hikûmeta veguhêz û Tirkiyê red kir û got: " Em li gorî peymanên agirbestê yên bi hikûmeta veguhêz tevdigerin, binpêkirin ji aliyê wan ve dest pê kir."
Her wiha Zuhêr Efrîn teqez kir ku şervanên QSD`ê yên li eniyên Dêr Hafirê ji pêkhateyên cûda ne û got: "Em soz didin vê axê bi hemû derfetên xwe biparêzin. Ew komên çekdar dê ji vir derbas nebin."