Bîlançoya lehiya bajarê Hatayê girantir dibe.
Li Hatayê hejmara kesên ku ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 5'an.
Barana ku bi rojan li Hatayê dibare, bandoreke neyînî li jiyana rojane dike.
Li gelek navçeyan di nav de Antakya, Defne, Samandag, Dortyol û Reyhanli jî, av derbasî malan bû, hezazê rû da û lehî çêbû.
Li navçeya Samandaxê, lêgerîna li Denîz Hoşgel û Mûsa Paşa berdewam dike, ku beriya sê rojan ji ber lehiyê winda bûbûn.
Tîmên lêgerînê doh bi şev wesayîta ku tê gotin a her du ciwanan bû, bi rengê qezakirî dîtin.
AFAD'ê diyar kir ku ji ber lehiyê 17 kes li bajêr birîndar bûn.
Her wiha ragihand ku ji herêmên xeternak bi giştî 495 kes hatine veguhastin.
Şêniyên bajêr ji ber asta felaketa lehiyê dixwazin Hatay bi lez weke "herêma afetê" bê ragihandin.
Li Amedê ji ber barana zêde lehî rabû
Li Amedê jî barana zêde bû sedema zêdebûna ava çeman.
Hin baxçeyên malan û erdên çandiniyê di bin avê de man.
Barana zêde ya li Amedê bandoreke neyînî li ser jiyana rojane kir.
Li navçeya Sûrê, ji ber barana zêde ava Çemê Egertutmaz bilind bû.
Di encamê de hewşa cihên dîrokî weke Mizgefta Mezin tijî av bû, li taxên gundewarî yên navçeyên Çinar û Rêzan jî lehî çêbû.