Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê tora civakî ya X`ê
derbarê tevlîkirina QSD`yê di nav hêzên ewlehiyê yên Sûriyê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir û wiha got:
"Ez pêşwaziyê li wê bipêşketina mezin dikim ku di pêvajoya tevlîbûna QSD`yê di nav hêzên
hikûmeta Sûriyê de bi dest ketiye.
Ez pêşwaziyê li wan gavan dikim ku ji bo bicihanîna peymanên di navbera wan de hatine avêtin."
Serokê Herêma Kurdistanê vê gavê wekî "pêşhateke girîng a ji bo xurtkirina ewlehî û aramiya
Sûriyê" dibîne.
Ew her wiha ji hemû partiyên Kurdan û pêkhateyên Sûriyê dixwaze ku piştgiriyê bidin van gavan û beşdarî biserxistina wan bibin.
Nêçîrvan Barzanî: Ez van gav û pêkanînan bi rengekî pzîtîf dinrxînim
Nêçîrvan Barzanî li ser rola serkirdeyên vê pêvajoyê jî wiha got:
"Ez qedr û qîmeteke mezin didim dîtina rêveberiya Ehmed Şera û rêbaza wî ya berpirsyarane ya di çareserkirina pirsgirêkan de ya bi rêya diyalog û lihevtêgihiştinê.
Her wiha pesnê serokiya wî ya Sûriyê ya ber bi paşerojeke baştir ve didim.
Her wiha ez qedr û qîmeteke mezin didim rol û hewlên Birêz Mezlûm Ebdî yên di biserxistina vê pêvajoyê de."
Serokê Herêma Kurdistanê hêvî dike ku ev pêvajo bi temamî were bicihanîn û bibe destpêka
qonaxeke nû li Sûriyê.
Her wiha Barzanî hêvî dike ku di vê qonaxê de "mafên hemû welatî û pêkhateyan parastî bin û welat ber
bi aştî, aramî, vejîneke ber bi çav ve gavan biavêje."