Beriya çend saetan Hêzên Hikumeta Veguhêz, êrişî derdora deriyê Dêr Hafirê kirin.
Hate ragihandin ku Hêzên Hikûmeta Veguhêz, ev êrîş bi riya droneke xwekuj, pêk aniye.
Deriyê Dêr Hafirê nuqteyek stratejîk a ku bajarên Reqa û Helebê bi hev ve girê dide ye.
Ev ne cara yekem e, ku êrîş bi ser vê herêmê de tê.
Ji ber ku beriya vê carê gelek êrîş çêbûn û di encamê de gelek leşker û sivîl şehîd ketin.
Çavdêr diyardikin ku Hikûmeta Veguhêz dixwaze bi rêya van êrîşan ewlehî û aramiyê li herêma Bakur û Rojhilata Sûriyê têk bibe.